Serokwezîrê Elmanyayê banga ‘reformên lezgîn’ li Mahmûd Abbas kir

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz beriya serdana yekem a fermî ji bo Îsraîlê bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re bi telefonê axivî û banga pêkanîna “reformên pêwîst ên lezgîn” li rêveberiya Filistînê kir.

Merz beriya serdana yekem a fermî ji bo Îsraîlê derbarê Filistînê daxuyanî da. Merz banga pêkanîna “reformên pêwîst ên lezgîn” kir û destnîşan kir ku ev reform piştî şerê Xezeyê ji bo reveberiya Filistînê “roleke çêker bilîze” şert e.    

Li gorî berdevkê hikûmeta Elmanyayê Stefan Kornelius, Merz tundiya Îsraîlê ya li ser Şerîaya Rojava ya dagirkirî şermezar kir û piştgiriya Berlînê ji bo çareseriyek du dewletan dubare kir.

SERDANA ÎSRAÎLÊ

Merz li Urdunê bi Qiral 2’yemîn Abdullah re hevdîtinek kurt kir û paşê derbasî Îsraîlê bû. Merz wê bi Serokwezîr Benyamin Netanyahu re li ser hewldanên xurtkirina agirbesta nazik a li Xezeyê nîqaş bike. Civîna bi Netanyahu yê ku di asta navneteweyî de her ku diçe bêtir tenê dimîne re wekî “balkêş” tê nirxandin.

Hikûmeta Elmanyayê bi bîr xist ku tevî rewşa mirovî ya xirab li Xezeyê û Şerîaya Rojava jî ew têkiliyên bi Îsraîlê re "nêzîk, saxlem û li ser bingeha baweriyê" dibînin. Elmanya ji ber berpirsiyariya dîrokî ya Holokostê di nav piştgirên herî bihêz ên Îsraîlê de ye. Merz wê di serdana xwe de biçe serdana Yad Vashemê jî.

NÎQAŞA AMBARGOYA ÇEKAN

Berlîn li ser xirabûna rewşa mirovî ya li Xezeyê, di Tebaxê de ambargoya hinartina çekan a qismî li ser Îsraîlê pêk anîbû û hikûmeta Îsraîlê bertekek tund nîşanî vê biryarê dabû. Ambargo bi agirbesta ku di dawiya Mijdarê de pêkhat re hate rakirin. Berlîn destnîşan dike ku "têkiliyên taybet rê li ber rexneyên li ser polîtîkayên hikûmeta Netanyahu nagirin."

Her wiha Elmanya banga ji bo rawestandina berfirehkirina wargehan ji bo Îsraîlê dubare kir. 

Tevî aloziyan jî Elmanya hevkariya xwe ya di qada parastinê de bi Îsraîlê re didomîne. Artêşa Elmanyayê  hefteya borî pergala fuzeyên parastinê ya Arrow ên Îsraîlê xiste dewrê û tevkariya Îsraîlê ya li ser dronên Elmanyayê wekî nîşaneyên vê yekê têne destnîşankirin.